Tuesday 8 March 2016

Gotin û nîşana Gerîla

Gotin û nîşana Gerîla di dîroka mirovahiyê de, bi taybetî di ya kurdan de, pir watedar e.

Gerîla KurdistanêGerîla ji zimanê spanî ye û tê gotina "şerê piçûk" ê li dijî zordestî û bindestîyê. Di zimanê kurdî de Gerîla ji Şervanên Azadîyê yên Kurdistanê re tê gotin. Jixwe divê mirov seva azadîyê şer bike. Loma şerê me ne piçûk e, gelek mezin e.
Gerîla, li ber dilê me kurdan, gotineke pir giran û pîroz e. Berê me Gerîla mîna "zarên me", "zarên çolê", "zarên der" an jî "zarên çiya" bi nav dikir. Niha em ji Gerîla re dibêjin "heval", "şoreşger", "parastvanên gel" an jî "cangorî".

Nîşana Kurdistanê
Nîşana Gerîla roj û kevok e. Her du li ezman in, nîşanên ronahî û azadiyê ne.
Roja zêrîn ronahî (zanîn) û germahîya Gerîlayên Kurdistanê nîşan dide. Her wiha newroza (roja nû ya) kurdan e. Bi xwe re biharê, havînê, evîn û jînê tîne. Ji ber ku Zagros e, an jî: roj dizê. Roj zayîna dem, xwarin û hêza xwezayî ya zindîyan (lawir, gîya û mirovan) e. Loma hê jî kurd rojê mîna xwedayekê dibînin.
Kevoka spî nîşana aştî, azadî û evînê ye. Bi xwe re hêvî û mizgînê tîne. Mizgînê dide yar û evîndaran. Mîna ku Ûtnapiştî (an jî Pêxember Nû) û jina wî ji tofana li Kurdistanê rabûbû, azad kiribû. Bi wan re zindîyên din jî filitandibû. Ji wir wê de kevok bûye nîşana Tevgera Aştîyê ya Cîhanê û ya Tevgera Azadîyê ya Kurdistanê. Berê Medan bi 11 eşîran yekitîya xwe çê kiribûn û azadîya xwe bi dest xistibûn. Loma doçika kevokê ji 11 peran pêk tê. Di vê sedsalê de jî divê kurd bibin yek û xwe azad bikin.
Serê kevokê ber bi çepê ye. Ev jî çepgirîya Gerîla dide xuyakirin. Baskên kevokê vekirî ne. Ji ber ku hembêza Gerîla ji her kesê*î re vekirî ye. Jixwe wekhevî di rengê spî de veşartî ye.
Bi giştî: Gerîla nîşana (serê) çîya ye. Gerîla nîşana azadîyê ye. Gerîla nîşana evînê ye. Gerîla nîşana xwenasînê ye.

Balkêşî: © ® Hemû mafên bikaranînê yên gotin û nîşana Gerîla tên parastin!

2 comments:

  1. Spas, keko!
    Tiştên xweş gotinên xweş tînin (ser) ziman. (:

    ReplyDelete