Friday, 18 April 2025
Monday, 15 January 2024
Pîqol çer tê şûştin?
- Pîqolê Gerîla çep bike û li ser 30 °C bişo ⚠️
- Spî neke❗️
- Şûştina kîmyayî pêk neyne❗️
- Makîna ziwakirinê bi kar neyne❗️
- Gotin û nîşanê ûtî neke❗️
Saturday, 13 January 2024
Hûn çima siv zimanê kurdî bi kar tînin?
Çaxa em nexwazin ku zimanê me
wenda bibe, wê çaxê divê em zimanê xwe di her warî da bi kar bînin 😛
Divê kurdî nebe siv zimanê rojane, divê ew bibe zimanê kar jî. Kî gotîye
kurdî bi kêr nayê? Ev gotineke saş e! 😡 Kurdî bi têra xwe heye! Le em dîsa jî dixwazin zimanê xwe pêş bixin û reng bidin dengê xwe ✊ Jixwe mirov bi reng û dengê xwe tê naskirin. Ji bîr neke: Zimane te bijî, tu jî dijî! Zimanê te hebe, tu jî heyî! 👅
Hûn çima vî karî dikin?
Em vî karî wek hunerê dibînin 🥸 Û em vê hunera xwe diyarê gerîla û cangorîyên Kurdistanê dikin 💚🧡💛 Em dixwazin bi vê hunerê wan bi bîr bînin. Wekî din em çima vê hunerê dikin? Bi hezaran sedem hene, hinek ji wan ev in: pê em rengê xwe biparêzin, pê em cil û bergên xwe vejînin, pê em çanda xwe pêş bixin, pê em hebûna xwe bide nasîn, pê em şoreşa xwe geş bikin ...
Sunday, 7 January 2024
Gotina "Gerîla" qedexe ye?
Na, gotina "Gerîla" qedexe nine! 👍 Heta me "Gerîla" wek gotin û nîşan
(marke û logo) seva cil û bergan li Yekîtîya Ewropayê parastîye ® Loma heya niha pir kesan pîqolên Gerîla ji me standine 👏
Friday, 5 January 2024
Pîqolek bi çend ewroyan e?
Tu biryar bide! Çi ji destê te tê, wê bide! Le divê tu herî kêm 10 € bide me, pê em bikaribin debara vê hunerê bikin: loma perê şandinê jî ji kîsê tê ye 😊 Dema tu herî kêm du pîqolan bikirî, em'ê ji te ra erzanîyekê çê bikin 😉
Friday, 30 December 2022
Sersal pîroz be!
Em ji niha va Sersala gerîla û cangorîyên Kurdistanê ji dil û can pîroz dikin.
Em ji sala nû vê yekê dixwazin:
Serê salê, binê salê,
Gerîla azadîyê bîne malê¹!
Hûn dikarin wêneya me bi kar bînin û pê sersala hevalên xwe pîroz bikin.
¹ mal = Kurdistan
Sunday, 10 November 2019
Ronahî Avaşîn
Ji ber ku em wan bi bîr tînin.
Ronahî Avaşîn di sala 1982'an de li Vartoyê/Gimgimê ji dê dibe. Ew di 1999 de ji Germanistanê tere serê çîya (nav gerîlayên Kurdistanê). Di 2008 de Ronahî Avaşîn li Sêrtê dibe cangorî. Ew ji hêla leşkerên tirk ve tê kuştin. Le heta niha canê wê nehatîye dîtin û binaxkirin.
Ya Star, tu rihê wê şad ke û serê me sax ke!
Thursday, 31 October 2019
Bîr û bawerîya Gerîla
Azadî serbestî ye. Serbestîya raman, gotin û kirinan e! Xweserîya zindîyan e. Gerîla azadî ye. Bê azadîyê jîn nabe!
Loma em kincên Gerîla wer çê dikin ku mirov xwe têde azad hîs bike. Hemû karkerên Gerîla azad in û ji karên xwe razî ne.
Xweza zana bixwe ye. Zayîna bi serê xwe ye! Kanîya jîn û zanînê ye. Gerîla xweza ye. Bê xwezayê jîn nabe!
Loma em kincên Gerîla ji cawên xwezayî û domdar çê dikin. Em dixwazin xweza xwe biparêzin.
Evîn hezkirin e. Em ji hev hez kin, em dibin yek. Û em xwe nas dikin, bi dil û can! Gerîla evîn e. Bê evînê jîn nabe!
Loma em kincên Gerîla bi evîneke mezin çê dikin. Her wiha em wan bi rengên kurdî dixemilînin.
Monday, 21 March 2016
Newroz pîroz be!
Newroz azadîya gelê Kurd û Kurdistanê ye! Gerîla ji azadîyê hez dike.
Em ji Newrozê van hêvî û xwestekan dike: Ya Star, bira Newroz jîna me bi azadî, evîn û xwezayê bextewar bike!
Em Newroza gerîla û cangorîyên Kurdistanê ji dil û can pîroz dikin.
Pê Newroz û bihara te rengîntir û xweştir bibe, em pîqolên Gerîla erzantir didin te. Ev erzanî her sal ji 10'ê Adarê heya 21'ê Adarê heye. Hema ji xwe re pîqolan hilbijêre û bixwaze!
»» ♀ JIN
»» ♂ MÊR
Tuesday, 8 March 2016
Gotin û nîşana Gerîla
Gerîla ji zimanê spanî ye û tê gotina "şerê piçûk" ê li dijî zordestî û bindestîyê. Di zimanê kurdî de Gerîla ji Şervanên Azadîyê yên Kurdistanê re tê gotin. Jixwe divê mirov seva azadîyê şer bike. Loma şerê me ne piçûk e, gelek mezin e.Gerîla, li ber dilê me kurdan, gotineke pir giran û pîroz e. Berê me Gerîla mîna "zarên me", "zarên çolê", "zarên der" an jî "zarên çiya" bi nav dikir. Niha em ji Gerîla re dibêjin "heval", "şoreşger", "parastvanên gel" an jî "cangorî".
Nîşana Gerîla roj û kevok e. Her du li ezman in, nîşanên ronahî û azadiyê ne.
Roja zêrîn ronahî (zanîn) û germahîya Gerîlayên Kurdistanê nîşan dide. Her wiha newroza (roja nû ya) kurdan e. Bi xwe re biharê, havînê, evîn û jînê tîne. Ji ber ku Zagros e, an jî: roj dizê. Roj zayîna dem, xwarin û hêza xwezayî ya zindîyan (lawir, gîya û mirovan) e. Loma hê jî kurd rojê mîna xwedayekê dibînin.
Kevoka spî nîşana aştî, azadî û evînê ye. Bi xwe re hêvî û mizgînê tîne. Mizgînê dide yar û evîndaran. Mîna ku Ûtnapiştî (an jî Pêxember Nû) û jina wî ji tofana li Kurdistanê rabûbû, azad kiribû. Bi wan re zindîyên din jî filitandibû. Ji wir wê de kevok bûye nîşana Tevgera Aştîyê ya Cîhanê û ya Tevgera Azadîyê ya Kurdistanê. Berê Medan bi 11 eşîran yekitîya xwe çê kiribûn û azadîya xwe bi dest xistibûn. Loma doçika kevokê ji 11 peran pêk tê. Di vê sedsalê de jî divê kurd bibin yek û xwe azad bikin.
Serê kevokê ber bi çepê ye. Ev jî çepgirîya Gerîla dide xuyakirin. Baskên kevokê vekirî ne. Ji ber ku hembêza Gerîla ji her kesê*î re vekirî ye. Jixwe wekhevî di rengê spî de veşartî ye.
Bi giştî: Gerîla nîşana (serê) çîya ye. Gerîla nîşana azadîyê ye. Gerîla nîşana evînê ye. Gerîla nîşana xwenasînê ye.
Balkêşî: © ® Hemû mafên bikaranînê yên gotin û nîşana Gerîla tên parastin!










